Çile 02, 2021 11:09 Asia/Tehran
  • Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 84 milyon derbas kir

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 84 milyon derbas kir.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 84 milyon derbas kir.

Li gorî "Worlmeters"a malpera Înternetê ya ku daneyên derbarê Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin û li cîhanê belav bû, gihişt 84 milyon û 37 hezar û 376an.

Li DYAya (Amerîka) ku herî zêde pêketî lê hatine tesbîtkirin, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 20 milyon û 462 hezar û 501ê.

Piştî DYAyê welatên ku herî zêde pêketî li wan hatine tesbîtkirin bi vê rêzê ne:

Hîndistan (10 milyon û 293 hezar û 28), Brezîlya (7 milyon û 675 hezar û 973), Rûsya (3 milyon û 186 hezar û 366), Fransa (2 milyon û 620 hezar û 425), Îngiltere (2 milyon û 542 hezar û 718), Tirkiye (2 milyon û 208 hezar û 652), Îtalya (2 milyon û 107 hezar û 166) Îspanya (Milyonek û 936 hezar û 610), Almanya (Milyonek û 747 hezar û 747), Kolombiya (Milyonek û 642 hezar û 775), Arjantîn (Milyonek û 625 hezar û 514), Meksîka (Milyonek û 426 hezar û 94), Polonya (Milyonek û 305 hezar û 774), Îran (Milyonek û 231 hezar û 429) û Ukrayna (Milyonek û 64 hezar û 479).

Li seranserê cîhanê ji ber Kovîd-19ê milyonek 829 hezar û 549 kes mirin. Hejmara rehetbûyan jî gihişt 59 milyon û 464 hezar û 900î.

Serepeyv