Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ji 20 milyon û 445 hezar kesan borî
Çile 01, 2021 23:00 Asia/Tehran
Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê berdewam bilind dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 354 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawiyê yên îro 01.01.2021ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Amerîkayê geheştiye 20 milyon û 445 hezar û 654 kesan.
Herwaha li Amerîkayê heta naha 354 hezar û 215 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.
Heta naha li Amerîkayê 12 milyon û 125 hezar û 808 kesên pêketî jî baş bûne.
Niha Amerîka ji babeta pêketiyên Koronayê û jimara miriyên ji ber vê vîrusê di eêza yekem a cîhanê de cih girtiye.
Dewleta Amerîkayê bi taybet serokomarê vî welatî Donald Trump ji ber kêmasiya derheq girtina pêşiya berbelavbûna vîrusa Koronayê li ber rexneyên tund e.