Kanûn 27, 2020 11:33 Asia/Tehran
  • Du kes bi tawana terorkirina Firişte Kûhistanî li Kapîsaya Efganistanê hatin girtin

Polîsê Efganistanê du kes bi tawana terorkirina Firişte Kûhistanî, çalaka mafên jinan li Kapîsayê girtin.

Li gorî rapora Shafaghnayê, Berdevkê Wezareta karên hundir a Efganistanê îro Yekşemiyê ragihandin, piştî girtina van du kesan lêpirsîna ji wan destpê bûye.

Firişte Kûhistanî Pêncşemiyê bi şev hevrê digel birayê xwe li şaristana Hisseya Evel li parêzgeha Kapîsayê kete ber êrîşa kesên nenas û hat kuştin.

Ji ber vê terorê gelê vê parêzgehê hêrs bû û daxwaza girtina êrîşkeran kir.

 

 

Serepeyv