Kanûn 24, 2020 16:53 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê di 24 saetan de zêdetir ji 230 hezar pêketiyên vîrusa koronayê hatin tomar kirin

Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê berdewam zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 334 hezar pêketiyan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 24.12.2020ê di 24 saetên borî de li Amerîkayê 232 hezar û 524 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li wî welatî gihêştiye 18 milyon û 917 hezar û 152 kesan.

Herwaha heta niha li Amerîkayê 334 hezar û 218 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragehandin heta naha li Amerîkayê 11 milyon û 101 hezar û 866 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Serepeyv