Di êrîşa li Kabulê de bi kêmanî 5 kes mirin
Kanûn 24, 2020 10:13 Asia/Tehran
Di êrîşa bombeyî ya li paytexta Efganistan Kabulê pêk hat de piranî doxtor bi kêmanî 5 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê polîsan ve hate dayîn, bombeyek manyetîk ku li ser wesayîta doxtorên ji bo hikûmetê kar dikir hatibû bicihkirin teqiya.
Di teqînê de 3 jin, mêrek û kesek din ku di rê de diçû jiyana xwe ji dest dan. 2 kes jî birîndar bûn. Heta niha kesê êrîş li xwe negirtiye.
Ji meha Îlonê û vir ve tevî ku li Duhaya Qeterê her du alî dest bi muzakereyan jî kir, Talîbaban di hefteyên dawî de hema bêje her roj li dijî hêzên Efgan û xelkê sivîl êrîşan dikin.
Mûzakere hata 5’ê Çileyê hatin sekinandin. Herdu alî divê li ser rojeva muzakereyê li hev bikin. Ji roja muzakere destpê kir û vir ve her du alî radigihînin ku pêşketin hene.