Kanûn 23, 2020 19:25 Asia/Tehran
  • Geştên asimanî yên navbera Rûsiye û Brîtanyayê hatin rawestandin

Li pey belavbûna vîrûsa nû ya Brîtanyayî, Rûsiyê gişt firrînên xwe yên ticarî û rêwîhilgir ber bi Brîtanyayê û berovajî dan rawestandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Erkantiya Têkoşîna dijî Vîrûsa Koronayê li Rûsiyê li gorî pesendnameya dewletê ragihand di qonaxa yekem da gişt firînên plandaêştiî ji Moskoyê û bajarên din ên Rûsiyê ber bi Brîtanyayê va û berovajî heta dawiya Kanûna 2020î hatine rawestandin.

Wezareta Tendurustiyê ya Brîtanyayê Duşemiya hefteya borî qala peydabûna cûreyeke nû ya Vîrûsa Koronayê li vî welatî kir.

 

Serepeyv