Kanûn 22, 2020 18:41 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê di 24 saetan de 28 hezar û 776 pêketiyên din ên koronayê hatin tomar kirin

Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê berdewam bilind dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 51 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 22.12.2020ê li Rûsyayê 28 hezar û 776 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa koronayê li Rûsyayê geheştiye 2 milyon û 906 hezar û 503 kesan.

Herwaha di 24 saetên borî de 561 pêketiyên din ên vîrusa koronayê li Rûsyayê jiyana xwe ji dest dane û  bi giştî jî hejmara kesên ji ber pêketina bi vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane geheştiye 51 hezar û 912 kesan.

Li Rûsyayê heta naha 2 milyon û 319 hezar û 520 pêketiyên vîrusa koronayê baş bûne.

Serepeyv