NY`yê ji bo Lîbya û Rojhilata Navîn nûnerên nû erkdar kirin
Sekretêrê giştî yê NY`yê Antonio Guterres, piştî erêkirina Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Nîkolay Mladenov û Tour Winsland wek nûnerên taybet ji bo Lîbya û Rojhilata Navîn erkdar kirin.
Li gorî AFP’ê Konseya Ewlehiyê ya navneteweyî duh erê kir ku Antonio Guterres her du nûnerên nû erkdar bike.
Piştî ku Xesan Selamê yê lubnanî ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê ji kar derket, dîplomatê bulgarî Nîkolay Mladenov hat erkdarkirin.
Antonio Guterres wezîrê karên derve yê Cezaîrê yê berê Remtan Lemarmera pêşniyar kiribû, lê Washingtonê red kir û sekretê giştî namzeta afrîkî Hena Serwa Tîteh pêşniyar kir, lê Amerîkayê ew jî red kir.
Nîkolay Mladenov ê 48 salî ji 2015`an ve nûnerê NY’yê ye û dê piştî wî koordînatorê taybet yê NY’yê ya aştiyê li Rojhilata Navîn Tour Winsland ê 68 salî cihê wî bigire.
Winsland niha jî wek nûnerê taybet bi hikumeta Norwêcê yê li Rojhilata Navîn kar dike.