Kanûn 13, 2020 10:45 Asia/Tehran
  • 20 miliyon kes li cîhanê di pêvajoya dermankirina Koronayê da ne

Li dinyayê hejmara kesên tedawiya wan a vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dewam dike ji 20 milyonî derbas bû.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Li gor daneyên "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê hejmara kesên tedawiya wan a Kovîd-19ê dewam dike gihîşt 20 milyon û 5 hezar û 602yan.

Di nav kesên tedawî dibin da rewşa 19 milyon û 898 hezar û 756 kesan normal, ya 106 hezar û 846 nexweşan jî giran e.

Ji ber ku hejmara nexweşan zêde dibe, barê pergala tenduristiyê ya welatan jî giran dibe.

Li Amerîkaya ku herî zêde di bin tesîra vîrusê da ma 6 milyon û 599 hezar û 959 kes nexweş in.

Piştî Amerîkayê welatên ku nexweşên wan zêde ne wiha ne; Li Fransayê 2 milyon û 131 hezar û 667 kes, li Brezîlyayê 729 hezar û 746, li Îtalyayê 684 hezar û 848, li Belçîkayê 544 hezar û 578, li Rûsyayê 493 hezar û 437, li Hindistanê 405 hezar û 335, li Ukraynayê 376 hezar û 360, li Almanyayê 340 hezar û 921, li Polonyayê 263 hezar û 483 kes.

Li Tirkiyê jî ji 12ê çileya pêşîn pê va 212 hezar û 45 kes nexweş in ku ji van rewşa 5 hezar û 961 kesan giran e.

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19a li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û li dinyayê belav bû ketin ji 72 milyonî derbas bû û milyonek û 611 hezarî zêdetir kes jî ji ber vîrusê mirin.

 

 

Serepeyv