Kanûn 13, 2020 10:41 Asia/Tehran
  • Amerîka ji bo çûna Marsê plan dike ku li Heyvê baregeha mayînde ava bike

Serokê Amerîkayê Trump: "Amerîka di çarçoveya bernameya me ya Artemîsê da ji bo vegera Heyvê ya mayînde û çûna Marsa ku serboriya bê ya Amerîkayê ye amadehî bike bi hevkarên ji sektorên taybet û navneteweyî ra dixebite"

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku di çarçoveya polîtîkaya fezayê ya neteweyî da bi hevkarên sektora taybet û navneteweyî ra ji bo çûna Marsê di çarçoveya bernameya Artemîsê da bi awayekî mayînde plana vegera Heyvê dike.

Qesra Spî Belgeya Polîtîkaya Fezayê ya Neteweyî ya Amerîkayê weşand. Trump der barê mijarê da daxuyanî da û bal kişand ji bo ku berjewendiyên welatê xwe yên di fezayê da pêş bixe telîmat da birêvebiriya xwe ku pêşî li "potansiyeleke serkêş ê ya bêreqîb" a Amerîkayê vekin.

Trump diyar kir ku Amerîkayê qabîliyeta ji fezayê ra şandina astrnonotan modernîze kiriye û got ku"Amerîka di çarçoveya bernameya me ya Artemîsê da ji bo vegera Heyvê ya mayînde û çûna Marsa ku serboriya bê ya Amerîkayê ye amadehî bike bi hevkarên ji sektorên taybet û navneteweyî ra dixebite."

Trump destnîşan kir ku polîtîkaya fezayê ya neteweyî bi awayekî ku li Belgeya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê bê ji bo berjewendiyên li fezayê berxwedana dijî êrîşên muhtemel jî nîşan dide.

Serokê Amerîkayê got ku "Di çarçoveya vê bernameyê da Amerîka dê berjewendiyên me yên li fezayê pêş bixe û ji bo heyama ku dê mirov li Heyv, Mars û ji wê wêdetir bi awayekî mayînde bimînin serkêşî bike."

Amerîkayê par Fermandariya Hêzên Fezayê ava kiribû. Hatibû gotin ku fermandariya navborî di serî da dijî teşebûsên Çîn û Rûsyayê yên li fezayê hatiye avakirin.

Çînê jî hefteya borî ragihandibû ku ji aliyê tarî yê Heyvê ra mekîka robotîk a bi navê Change 4 ji bo berhevkirina parçeyan şandiye.

 

Serepeyv