Kanûn 12, 2020 15:53 Asia/Tehran
  • Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê 71 milyon kesî derbas kir

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 71 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 71 milyon û 472 hezar û 913 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 16 mîlyon û 200 hezar e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 9 milyon û 800 heza pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 6 milyon û 800 hezar pêketîyan Brezîlya tê.

Ji ber vîrusa korona li temamê cîhanê 1 milyon û 589 hezar û 964 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 293 hezar û 785 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 179 hezar û 765 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 94,111 kes bi vîrusa korona ketine û 4,748 kes bi wê mirine.

Serepeyv