Li Rûsyayê 26 hezar û 97 pêketiyên din ên vîrusa koronayê hatin tomar kirin
Kanûn 08, 2020 19:11 Asia/Tehran
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê her diçe zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 44 hezar kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawiyê yên îro 08.12.2020ê li Rûsyayê 26 hezar û 97 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û hejmara pêketiyan bi giştî jî li wî welatî geheştiye 2 milyon û 515 hezar û 9 kesan.
Herwaha li Rûsyayê 561 kesên din ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi giştî hejmara pêketiyên ku jiyana xwe ji dest dane li Rûsyayê geheşte 44 hezar û 159 kesan.
Hat ragehandin heta naha li Rûsyayê 1 milyon û 981 hezar û 526 pêketî jî baş bûne.