Kanûn 08, 2020 12:19 Asia/Tehran
  • Hêzên Hefter ya Lîbyayê dest danîn ser keştiyeke Tirkiyê

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ya bin fermandetiya general Xelîfe Hefter dest danî ser keştiyek ku ber bi bendava Misrê ve diçû. Berdevkê Artêşa Lîbyayê got ku keştî ketiye nava sînorên qedexekirî û hatiye desteser kirin. Di keştiyê de 9 kesên nasnama Tirkî li ser hebûn, hene.

Duh bi şev keştiyeke Tirkiyê bi ala Camaîkayê ya bi navê Mebiruke ku ber bi bendera Misrate diçû, ji aliyê artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ve hate desteser kirin.

Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku keştiya bazirganî piştî ku sînorên Lîbyayê derbaz kiriye, ber bi bendava Misrê ya Rojhilatê welat ve diçû.

Mismarî di dewama daxuyaniya xwe de got; “Keştî piştî ku derbazî sînorên herêma leşkerî ya qedexekirî bû, hate desteser kirin. 17 kes di keştiyê de hebûn, 9 ji wan nasnama Tirkiyeyê pêre hebûn. Yek xwediyê nasnama Komara Azerbeycanê bû û 7 jî nasnama Hindî pêre hebûn barê vê keştiyê kantîner in ku hîn nehatiye gotin ku din nav van kantîneran çi bar kirine.”

Serepeyv