Pûtîn û Mêrkêl li ser alûgorên Qerebaxê şêwirîn
Kanûn 07, 2020 20:41 Asia/Tehran
Serokomarê Rûsiyê û Serokwezîra derbarê alûgorên Qerebaxê şêwirîn.
Li gorî rapora ajansa Interfoxê; Ofîsa Çapemeniyê ya Koşka Krêmlînê bi daxuyaniyekê ragihand ku mijara Qerebaxê îro Duşemiyê di serê gotûbêjên telefonî navbera Vladîmîr Pûtîn Serokomarê Rûsiyê û Angêlla Mêrkêla serokwezîra Almanyayê bû.
Di vê daxuyaniyê da hatiye, Viladîmîr Pûtîn îro derbarê hewildanên navcîtiyê yên Rûsiyê bi mebesta rawestandina pevçûnan, her wiha çalakiyên parêzvanên aştiyê yên rûsî ku li ser daxwaza Bakû û Yêrîvanê li navçeya xetê têkiliyê li derbasgeha Laçînê bi cih bûne, bi Mêrkêlê ra axivî.