Kanûn 07, 2020 20:33 Asia/Tehran
  • Kiryarên Tirkiyê di civînan Yekîtiya Ewropayê hatin hilkolandin

Wezîrê karên derve yê Almanyayê qala hilkolandina kiryarên Tirkiyê di civîna Yekîtiya Ewropayê kir.

Li gorî rapora Reutersê, Hayko Mas, Wezîrê karên derve yê Almanyayê beriya civîna îro Duşemiyê digel hevpêşeyên xwe di Yekîtiya Ewropayê da got: Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê di civîna xwe ya îro dê hin biryaran li dijî Tirkiyê ji ber liv û tevgerên vî welatî li rojhilatê Deryaya Sipî di çend mehên dawî da vekolînin.

Wezîrê karên derve yê Almanyayê her wiha got: Gellek kêşe navbera Tirkiye, Yûnan û Qibrisê hene ku rê li ber gotûbêjên rasterast girtine.

Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê îro jibo behskirina derbarê sepandina ihtimalî ya boykotan dijî Tirkiyê piştî nakokiya li ser çavkaniyên gazê li Deryaya Sipî dê hevdu bibînin.

Nakokiyên navvera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê li ser gaza rojhilatê Deryaya Sipî, piştî vegeriyana keştiyeke Tirkiyê bo bendergeha Aramê (Tirkiyê) destpê bû.

Yekîtiya Ewropayê pêştir Tirkiye hişyar kiribû ku lêgerîna li gazê li nav avên kêşeliser li rojhilatê Deryaya Sipî bi dawî bîne.

Yekîtiya Ewropayê her wiha ji rola Enqerê di şerên Lîbya, Sûriye û têkiliya digel Rûsiyê nerazî ye.

 

Serepeyv