Nikos Dendias: Dewleta Tirkiyê gefan li aramiya Ewropa, Ereb û ًًQefqasiya dixwe
Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias got: "Dewleta Tirkiyê gefan li aramiya Ewropa, Ereb û Qefqasiya dixwe, xakên dewletên cîran dagir dike, krîza penaberan bi kar tîne û komên tundraw yên girêdayî xwe li şerê derve bi kar tîne."
Nikos Dendias wiha got: "Dewleta Tirkiyê çalakiyên leşkerî li dijî xakên biyanî pêk tîne, xakên dewletên cîranê dagir dike, gefên pêkanîna şer û li aramiya Ewropa, Ereb û Qefqasiya dixwe."
Dendias piştrast kir ku dewleta Tirkiyê li hember mafên serweriyên Ewropa disekine, tundrawan vediguhêze Ewropa û bi rêya tevgerên tundraw destwerdanê li kar û barên dewletên dîtir dike.
Dendias destnîşan kir ku ger şermezarkirin ji bo dûrxistina dewleta Tirkiyê ji nirêxên ewropayê re pêk neyê, dê kesên li hundirê civaka Tirkiyê ku alîgiriya nûjenkirin û başbûna têkiliyan bi Ewropayê re dikin, li ser asta herêmê lawaz bibin.
Dendias, Enqere tawanbar ki kir ku krîza penaberan bi kar tîne û got: " mafên mirovan li ser asta herêmê bin pê dike. Her wiha hewl dide derfetekê ji bo serwerîkirina li herêmê biafirîne, bi wê re dewleta Tirkiyê gefên eşkere li aramiya Ewropa, Rojhilata Navîn, cîhana Ereb û herêma Qefqasiya dixwe."
Li herêma rojhilatê Deryaya Spî du hevalbendên NATO’yê, Yewnanistan û dewleta Tirkiyê, dijberî hev in. Her wiha dewleta Tirkiyê kiryarên vedîtina li ser enerjiyê li herêmeke deryayî ku Yewnanistanê dibêje girêdayî wê ye, pêk tîne.