Kanûn 05, 2020 18:34 Asia/Tehran
  • Kempeyna herî mezin a dijî şêrr a Brîtanyayê terorkirina şehîd Fexrîzade şermezar kir

Serokê Kempeyna herî mezin a dijî şêrr a Brîtanyayê nasyar bi Hevpeymaniya Rawestandina Şêrr, terorkirina zanyarê mezin ê navokî û pêşeya berevaniya Îranê bi tundî şermezar kir.

Murad Qureyşî, Serokê Kempeyna herî mezin a dijî şêrr a Brîtanyayê nasyar bi Hevpeymaniya Rawestandina Şêrr, roja Şemiyê di gotûbêja bi IRNAyê ra terorkirina şehîd Muhsin Fexrîzade,

zanyarê mezin ê navokî û pêşeya berevaniya Îranê bi tundî şermezar kir û daxwaza şermezarkirina vê kiryara sûcdarane ji aliyê Civbaka Cîhanî va kir.

Murad Qureyşî kiryarên dijî Îranê yên Rêjîma Siyonîst piştî serketina Înqilaba Îslamî bi bîr xistin û got ku terorkirina şehîd Fexrîzade li dû terorkirina hedefmend a zanyarên din ên mezin ên îranî pêk hat.

Serepeyv