Kanûn 05, 2020 16:13 Asia/Tehran
  • Medyayên Hindî: Tirkiye çekdarên sûrî dişîne Keşmîrê

Medyayên hindî îdia kirine ku Tirkiye mîlîtanên sûrî dişîne navçeya Keşmîrê

Li gorî rapora Kurd Pressê, Li pey weşandina nûçeyên şandina çekdarên sûrî ji aliyê Tirkiyê va bo Lîbya û Qerebaxa çiyayî ku tûşî gengeşeyeke pirr mezin bûn, vê carê jî medyayên hindî ragihandine ku Tirkiyê ev çekdar şandine navçeya Keşmîrê.

Di vî warî da ajansa nûçeyan a India Today'ê îdia kiriye: "Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê di berdêla dayîna 2 hezar dolarî meaşa mehan ebo mîlîtanên sûrî wan dişîne Keşmîrê."

Her wiha di vê nûçeyê da hatiye: "Ebû Emşa fermandarê tabûra Silêmanşah ji komên çekdar ên ser bi 'Artêşa Azad a Sûriyê' ya girêdayî bi artêşa Tirkiyê, endamên vê tabûrê şandine Keşmîrê. Her wiha hin mîlîtan jî ji navçeyên Cerablus, Ezaz û Idlibê ji aliyê Tirkiyê va bo Keşmîrê hatine şandin."

 

Serepeyv