Mijdar 30, 2020 21:59 Asia/Tehran
  • Misir, Yunan, Îmarat, Fransa û Qibris manovreke hevbeş encam didin

Misir, Yunan, Îmarat, Fransa û Komara Qibrisê li qeraxên Îskanderiya Misirê manovrek hevbeş a deryayî û esmanî destpê kirin.

Wezareta Berevaniya Yunanê û Komara Qibrisê ragihandin ku bi beşdariya Misir, Yunan, Îmarat, Fransa û Komara Qibrisê îro Duşemê 30 Mijdara 2020an manovra hevbeş destpê kir û biryara heta 6ê Kanûnê bidome.

Wezaretên Berevaniyê yên van welatan di daxuyaniya xwe de diyar kirin, di navbera 30ê Mijdarê û 6ê Kanûnê de li Îskenderiyê manorek hevbeş a hewayî ya pir netewî pêk tê.

Li gor daxuyaniyê ji bo hevkarîya operasyonî û berevanî pêşbixin , Yunan û Komara Qibrisê bi çar çavan  li bendê ne ku bi hevkarên xwe manovrê pêk bînin”

Li gor nûçeya Euronewsê, serbazên Misir, Yunan û Qibrisê ji 2017am vir de salê carek manovrek hevbeş pêk dianîn. Îsal Fransa û Îmarat jî tevlî manovrê dibe.

Manora serbazî ji 3 qonaxan ve pêk tê; lêgerîn – xelaskirin, cenga elektronîkî û hejmarek çalakiyên din bên encamdan.

Manovra serbazî “MEDUSA 2020” hatiye bi nav kirin. Cihê balkêşiyê ye ku ev manovr di demekê de tê ku aloziyên di navbera Tirkiye, Yunan û Komara Qibrisê de li Rojhelat Derya Sipî berdewam in.

Serepeyv