Mijdar 28, 2020 13:24 Asia/Tehran
  • Li Fransayê xwepêşandan li dijî qanûneke nû birêve diçin

Li hijmareke bajar û bajarokên Fransayê xwepêşandan dijî qanûneke nû tên kirin. Ev qanûna bi navê asayîşa giştî ye û ji aliyê partiya Emmanuel Macron, serokê vî welatî hatibû pêşniyarkirin û sêşema borî ji aliyê parlemanê ve hatibû pesendkirin.

Berevanîkarên vê qanûnê dibêjin, armanc jê bihêzkirina polîsê navxwe ye û parastina wan e.

Li gor vê qanûnê, belavkirina wêne û vîdyoyê polîs bi armanca zerargihandina wan wek tawanê tê hejmartin. Ev yek jî bû ye sedema nerazîbûna çalakvan û rojnamevanên vî weltî û dibêjin ev qanûn dijî azadiya derbirrînê ye.

Meryem Xenîm, parêzer, diyar dike, “Em ji qanûneke serkutkar bi vî awayî ditirsin. Ev çend hefte ne em dijî vê qanûnê nerazîbûnê nîşan didin. Jiber em dibînin ku ew dijî azadiyan e, wek azadiya gihandina zanyariyan, herwiha ev qanûn wiha dike ku polîs her tiştekî bike bê kontrol û bê ku ji aliyê ragihandinê û parêzeran û bidûvçînê wiha bike, lewra zêde girîng e xwepêşandanê bikin.”

Ev qanûna nû nakokî xistiye navbera partiya Macron û partiyên din, partiya Fransa xweneçemîn heman helwêsta xwepêşanderan derbarê vê qanûnê heye.

Gine Luk Melenkun, endama Fransa xweneçemîn dibêje, “Armanca vê yasayê zêde zelal e, rejîmeke xwesepandî xwe amade dike, jibo her kesekî di her demekê de û li her cihekî wî kontrol bike, daku ti sînorek di destwerdana jiyana xelkê de tune be.”

Di dema borî de çend caran xwepêşandan dijî vê qanûnê hatine kirin û polîs jî her carê dijî xwepêşanderan hatiye bikaranîn. Duşema borî jî dîmenê bikaranîna hêzê ji aliyê polîs ve bo valakirina kampeke penaberan hate belavkirin ku tê derdikeve, polîs tundûtîjiyê dijî penaberan bikar tîne, vê yekê jî dijberên vê yasayê hêristir kir.

Serepeyv