Mijdar 26, 2020 12:25 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê 13 milyon û 130 hezar kesan derbas kir

Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê berdewam zêde dibe û heta naha li wî welatê zêdetir ji 268 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 26.11.2020ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa korona li Amerîkayê geheştiye 13 milyon û 138 hezar û 204 kesan.

Herwaha heta naha li Amerîkayê 268 hezar û 221 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 7 milyon û 805 hezar û 597 kes jî baş bûne.

Serepeyv