Mijdar 26, 2020 09:08 Asia/Tehran
  •  Aqîle Salih bi Sergey Lavrov re civiya

Berdevkê Parlemana Lîbyayê Abdullah Belhîq da zanîn ku li Moskowê serokê parlemana Lîbyayê bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya û behsa geşedanên li herêmê û li Lîbyayê û rêbazên çareseriyê kir.

Hate zanîn ku Aqîle Salih û Lavrov di civînê de behsa rola civaka navneteweyî û Rûsyayê di bidawîkirina aloziya li Lîbyayê de kir.

Sergey Lavrov di hevdîtina li gel Aqîle Salih de got ew di rewşeke wiha de li hev civiyane ku aramî heye, gavên baş li Lîbyayê têne avêtin û agirbestê demeke dirêj dewam kir.

Hêjayî gotinê ye ku Aqîle Salih li ser vexwendina hikumeta Rûsyayê, çû Moskowê.

Her wiha serokê Parlemana Misirê Dr. Elî Abdulal şêwirmend Aqîle Salih û endamên Parlemana Lîbyayê vexwendin Misirê.

Serepeyv