Mijdar 24, 2020 08:58 Asia/Tehran
  • 4 dewletên Ewropayê têkelderên danûstandinên Lîbyayê hişyar kirin

Fransa, Brîtanya, Îtalya û Almanya roja Duşemê, bi daxuyaniyeke hevpar gefa cezayan li kesên ku danûstandinên di navbera aliyên lîbyayî de asteng dikin, xwar.

Di daxuyaniya hevpar a her çar dewletan de hate gotin: "Em amade ne tedbîran li dijî aliyên ku xebatên diyalogên siyasî û biryarên din ên kongreya Berlînê asteng dikin û aliyên ku pereyên hikumetê talan dikin û kiryarên li dijî mafên mirovan li welat pêk tînin bigirin."

Gelek kesayet û aliyên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, lihevkirinên lîbyayî yên di civînên Tunisê de asteng kirin.

Dewleta Tirkiyê şandina çete û çekan ji bo Lîbyayî didomîne. Artêşa Almanyayê îro ragihandibû ku Tirkiyê nehişt hêzên wan ên di mîsyoneke leşkerî ya Yekitiya Ewropayê de keştiyeke Tirkiyê kontrol bike. Tê texmînkirin ku ew keştiya çek û şeramûran dibe Lîbyayê.

Serepeyv