Mijdar 23, 2020 23:29 Asia/Tehran
  • Îdiaya Almanyayê derbarê binpêkirina Peymana Atomî ji aliyê Îranê va

Berdevkê Wezareta karên derve ya Almanyayê tevî hilêxistina îdiaya binpêkirina Peymana Atomî ji aliyê Îranê va, ji Îranê xwest ku vegere sozên xwe yên di çarçova Peymana Atomî.

Li gorî rapora Reutersê, Berdevkê Wezareta karên derve ya Almanyayê her wiha daxwaza rawestandina tiştê ku wî wek Binpêkirina Peymana Atomî ji aliyê Îranê va daye zanîn, kir.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Almanyayê got: Hayko Mas Wezîrê karên derve yê Almanyayê dê îro Duşemiyê digel Jan Îvê Ludiriyan û Domînîk Rab Wezîrên karên derve yên  Fransa û Brîtanyayê derbarê Peymana Atomî li Bêrlînê bicive.

Ev îdia di halekî da ne ku Îranê wek bersiva bo bêsoziya aliyên rojavayî derbarê Peymana Atomî piştî derketina neqanûnî ya Waşîngtonê ji vê peymana Atomî di 8ê Gulana 2018na da, beşek ji sozên xwe di çarçova vê peymanê da kêm kirine.

 

 

 

Serepeyv