Mijdar 23, 2020 16:24 Asia/Tehran
  •  Heta 22ê Mijdarê; Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 58 milyon û 986 hezar derbas kir

Li seranserê cîhanê hejmara giştî ya pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 58 milyon û 986 hezar derbas kir.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li gorî "Worlmeter" malpera Înternetê ya ku daneyên Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê cîhanê hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt milyonek û 393 hezar û 678an Herwiha hejmara pêketiyan gihişt 58 milyon û 986 hezar û 12an û 40 milyon û 797 hezar û 451 pêketî ji nexweşiyê rizgar bûn.

Ji aliyekî din ve dermankirina 16 milyon û 824 hezar û 883 nexweşan berdewam e.

Li Amerîkaya ku herî zêde pêketî lê hatine tesbîtkirin, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 12 milyon û 588 hezar û 661ê û hejmara miriyan jî gihişt 262 hezar û 696an.

Piştî Amerîkayê welatên ku herî zêde pêketî li wan hatine tesbîtkirin bi vê rêzê ne:

Hîndistan (9 milyon û 140 hezar û 312), Brezîlya (6 milyon û 71 hezar û 401), Fransa (2 milyon û 140 hezar û 208) Rûsya (2 milyon û 89 hezar û 868), Îspanya (Milyonek û 589 hezar û 219), Îngiltere (Milyonek û 512 hezar û 45), Îtalya (Milyonek û 408 hezar û 8628), Arjantîn (Milyonek û 370 hezar û 366), Kolombiya (Milyonek û 2418 hezar û4173) û Kolombiya (Milyonek û 218 hezar û 3), Meksîka (Milyonek û 41 hezar û 875). Perû (949 hezar û 670), Almanya (932 hezar û 111), Polonya (861 hezar û 331), Îran (845 hezar û 361), Afrikaya Başûr (767 hezar û 679), Ukrayna (624 hezar û 744), Belcîka (558 hezar û 779), Çîlî (540 hezar û 640) û Iraq (535 hezar û 321)."

Piştî Amerîkayê ew welatên ku li wan hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê 10 hezar derbas kiriye bi vê rêzê ye:

"Brezîlya (169 hezar û 197), Hîndistan (133 hezar û 773), Meksîka (101 hezar û 676), Îngiltere (55 hezar û 24), Îtalya (49 hezar û 823), Fransa (48 hezar û 732), Îran (44 hezar û 802), Îspanya (42 hezar û 619), Arjantîn (37 hezar û 2), Rûsya (36 hezar û 179), Perû (35 hezar û 595), Kolombiya (35 hezar û 287), Afrikaya Başûr (20 hezar û 903), Îndonêzya (15 hezar û 884), Belcîka (15 hezar û 618), Çîlî (15 hezar û 69), Almanya (14 hezar û 343), Polonya (13 hezar û 618), Ekvador (13 hezar û 201), Tirkiye (12 hezar û 358), Iraq (11 hezar û 958), Kanada (11 hezar û 455), Ukrayna (10 hezar û 951) û Romanya (10 hezar û 47).

Vîrusa ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin, di demeke kurt de li zêdetir 200 welat û herêman belav bû.

 

 

Serepeyv