Mijdar 23, 2020 11:56 Asia/Tehran
  • Artêşa Êtiyopiyê bajarê Îdaga Hamûsê kontrol kir

Artêşa Êtiyopiyê qala girtina bajarekî di 97 kîlomitriya navenda parêzgeha Tîgraya vî welatî kir.

Li gorî rapora Reutersê, Dewleta Êtiyopiyê duh anku Yekşemiyê di twittera xwe da nûçeya girtina bajarê Îdaga Hamûsê weşandiye.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Bajarê Îdaga Hamûsê li sser rêyekê ye ku bajaerê Adîgratê digihîne Mekieleyê navenda parêzgeha Tîgrayê û hêzên artêşê di halê pêşdaçûna ber bi vî bajarî da ne. Girtina vî bajarî armanca dawiyê ya operasiyona artêşê li Tîgrayê ye.

Beriya weşandina vê nûçeyê, Rêberê bereya rizgarker a Tîgrayê gotibû ku hêzên vê bereyê li derdora bajarê Adîgratê li bakurê parêzgeha Tîgrayê bi yekîneyên artêşa Êtiyopiyê ra ketin pevçûnê.

 

Serepeyv