Mijdar 23, 2020 11:50 Asia/Tehran
  • Gorneke komî li Spanyayê hat vedîtin

Gorneke komî ya têkildarî serdema Endulosê li Spanyayê hat vedîtin.

Li gorî rapora Kanala Meyadînê, Li pey lêgerîna li mezargeheke îslamî ya têkildarî serdema Endulosê li bajaroka  Tavestiyê  ya parêzgeha Saragûsaya Spanyayê, heta niha 400 gor di dema berfirehkirina bajarokê bi awayê nişkêvayî hatine vedîtin.

Zanyar texmîn dikin ku rûbea goristanê bigihêje du hêktarî û derdora 4500 gor têda hebin.

Li vî bajarê qedîmî gorên amadekirî bi şêwaza îslamî hene ku têkildarî nîvekên sedsala duyem a Mîladî ne.

Zanyar li ser vê baweriyê ne ku ev vedîtin, rewşê jibo pêkanîna ceribandinên jenetîkî jibo naskirina hûrgiliyên têkildarî niştecihên vê navçeyê xweş dike.

 

Serepeyv