Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 58 milyonî derbas bû
Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 58 milyonî derbas bû.
Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Li gor daneyên "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê yên welat û herêman berhev dike, hejmara kesên bi Kovîd-19ê ya ji Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û li dinyayê belav bû ketin derkete 58 milyon û 2 hezar û 846an.
Li Amerîkayê 12 milyon û 277 hezar û 24 kes, li Hindistanê 9 milyon û 50 hezar û 613 kes, li Brezîlyayê 6 milyon û 20 hezar û 164 kes, li Fransayê 2 milyon û 109 hezar û 170 kes, li Rûsyayê 2 milyon û 64 hezar û 748 kes, li Îspanyayê milyonek û 589 hezar û 219 kes, li Îngiltereyê milyonek û 473 hezar û 508 kes, li Arjantînê milyonek û 359 hezar û 42 kes, li Îtalyayê milyonek û 345 hezar û 767 kes, li Kolombiyayê milyonek û 233 hezar û 444 kes, li Meksîkayê milyonek û 25 hezar û 969 kes bi vîrusê ketin.
Ji ber Kovîd-19ê li dinyayê milyonek û 379 hezar û 495 kes mirin, 40 milyon û 192 hezar kes jî ji vîrusê xilas bûn û pak bûn.