Fransayê ji bo Qerebaxa Jorîn çavdêriya navnetewî xwest
Serokomariya Fransayê xwest ku agirbesta li Qerebaxa Jorîn ku dewleta Tirkiyê û Komara Azerbaycanê bi çeteyan dagir kiriye ji hêla civaka navnetewî ve were çavdêrîkirin.
Di daxuyaniyê de ya ji hêla Qesra Elyeseyê ve hatî dayin derheheqê hevdîtinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron yên bi lîderên Azerbayan û Ermenîstanê re kirî agahî hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin Macron xwestiye ku destpêkirina muzakereyên bi niyeta baş û ji bo parastina gelê Qerebaxa Jorîn agirbest weke fersendê were bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hate xwestin li deverên dagirkirî bi deh hezaran mirovên ku ji şûnwarên wan hatine kirin bikaribin vegerin ser malên xwe, Rûsya jî hin xalên li ser çavdêriyê zelal bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin Koma Mînskê ku Rûsya, Amerîka û Fransa navbeynkar e dema piştî agirbestê kontrol bike bi 'rola xwe rabe'. Her wiha hate gotin ji bo vegera kesên ji şûnwarên wan hatine kirin û gihandina alîkariya mirovî û vegera leşkerên kirêkirî ku Tirkiyê ji Sûriyê anîne çavdêriya navnetewî hebe.
Tê zanîn Fransa ji ber ku Tirkiye bi Rûsyayê re li ser mijara Qerebaxê li pêş e, aciz e.