Mijdar 20, 2020 12:19 Asia/Tehran
  • Macron 15 roj dem da mislimanên li Fransayê

Koşka Elysee ya Serokatiya Fransayê ragihand; Emmanuel Macron tenê 15 roj mohlet da mela û waîzên li Fransayê ku "peymana nirxên Komara Fransayê" îmze bikin.

Serokatiya Fransayê eşkere kir ku duh Emmanuel Macron ligel mela, waîz û Encûmena Fransî ya Ola Îslamê û neh yekîtiyên îslamî yên Fransayê civiya.

Di civînê de, Macron daxwaz kir ku encûmen û neh yekîtiyên îslamî, peymannameyê gengeşe bikin û "nirxên komarî" yên li Fransayê nas bikin û bi eşkere bibêjin; "Îslam li Fransayê ol e, ne tevgereke siyasî", herwiha bi eşkere binivîsin; “Em ê ji bo bidawîkirina destwerdanên derve di karûbarên olî yên misilmanên Fransayê û ji bo nehiştina dilsozî û alîgiriya welatên din, bixebitin.”

Emmanuel Macron di civînê de ragihandiye: “Ez dizanim helwesta hinek ji yekîtiyan ne zelal e, lê ez dixwazim helwesta xwe bi eşkere ragihînin.”

Serepeyv