Heta 18ê Mijdarê; Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 56 milyon û 564 hezarî derbas bû
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di wan da hat tesbîtkirin, ji 56 milyon û 564 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 354 hezar û 821 kes ji ber şewbê mirin.
Jimara pêketiyan derket 56 milyon û 564 hezar û 475an, 39 milyon û 352 hezar û 858 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.
Li ser rûyê dinyayê 15 milyon û 856 hezar û 796 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 11 milyon û 873 hezar û 727an û ji ber şewbê heta niha 256 hezar û 821 kes jî mirin.
Ji bilî Amerîkayê li welatên ku ji 500 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:
"Hindistan (8 milyon û 958 hezar û 483), Brezîlya (5 milyon û 947 hezar û 403), Fransa (2 milyon û 65 hezar û 138), Rûsya (milyonek û 991 hezar û 998), Îspanya (milyonek û 542 hezar û 467), Îngiltere (milyonek û 430 hezar û 341), Arjantîn (milyonek û 339 hezar û 337), Îtalya (milyonek û 272 hezar û 352), Kolombiya (milyonek û 218 hezar û 3), Meksîka (milyonek û 15 hezar û 71), Peru (941 hezar û 951), Almanya (854 hezar û 533), Îran (801 hezar û 894), Polonya (772 hezar û 823), Afrîkaya Başûr (757 hezar û 144), Ukrayna (570 hezar û 153), Belçîka (545 hezar û 787), Şîlî (534 hezar û 558), û Iraq (526 hezar û 852)."
Ji bilî Amerîkayê li welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:
"Brezîlya (167 hezar û 497), Hindistan (131 hezar û 618), Meksîka (99 hezar û 528), Îngiltere (53 hezar û 274), Îtalya (47 hezar û 217), Fransa (46 hezar û 698), Îran (42 hezar û 941), Îspanya (42 hezar û 39), Arjantîn (36 hezar û 347), Peru (35 hezar û 402), Kolombiya (34 hezar û 563), Rûsya (34 hezar û 387), Afrîkaya Başûr (20 hezar û 556), Endonezya (15 hezar û 503), Belçîka (15 hezar û 25), Şîlî (14 hezar û 897), Almanya (13 hezar û 492), Ekvador (13 hezar û 52), Tirkiye (11 hezar û 820), Iraq (11 hezar û 795), Polonya (11 hezar û 451), Kanada (11 hezar û 186) û Ukrayna (10 hezar û 112)."