Paşîniyan: Bila dijber dev ji tundiyê berdin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321468-paşîniyan_bila_dijber_dev_ji_tundiyê_berdin
Serokwezîrê Ermenistanê ji dijberên gotûbêja aştiya Qerebaxê xwest ku dest ji tundiyê bikişînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2020 06:21 Asia/Tehran
  • Paşîniyan: Bila dijber dev ji tundiyê berdin

Serokwezîrê Ermenistanê ji dijberên gotûbêja aştiya Qerebaxê xwest ku dest ji tundiyê bikişînin.

Li gorî rapora France Pressê, Nîkol Paşîniyan Duşemiyê bi şev li Facebookê nivîsî: Tundî û vexwnedina bo tundiyê bi taybetî tundiya çekdarî bi tu awayî nikare bibe şêwaza kar û dijber divê dest ji her cûre tundiyê bikişînin.

Di xwenîşandana roja Duşemiyê li Yêrîvanê, Êdvard Şarmazanov ji kesayetiyên partiya herî dijberê dewletê (Partiya Komarîxwaz) destnîşan kir: heta saeteke zêdetir hebûna Paşîniyan di desthilatê da, gefeke rasterast dijî ewlehî û gelê me ye.

Tevî vê yekê Serokwezîrê Ermenistanê ragihand ku her cûre devberdana ji desthilatê red dike.

Li gorî rapora Wezareta karên derve, Zohrab Minatskaniyan Wezîrê karên dere yê Ermenistanê Yekşemiyê dev ji cîgeha xwe berda.