Mijdar 15, 2020 15:14 Asia/Tehran
  • CNNê Trump şibihande Hîtlêr

Kanala CNNê di raporekê da kiryarên serokomarê Amerîkayê di heyama çarsalî ya serokomartiya wî da digel kiryarên serokên Almanyaya Nazî qiyas kir.

Kirîstiyen Emanpûr nûçegihanê CNNê got: Kiryarên çarsalî yên serdema serokomartiya Donald Trump li Amerîkayê weke kiryarên Adolf Hîtlêr û serokên Almanyaya Nazî di serdema cenga cîhanî ya duyem e.

Emanpûr got: Dewleta Trump mijûlê wêdadayîna kesinan e ku bi îdiaya wî dijminên wî ne.

Li gorî gotina Emanpûr, Trump her wiha hewil dide pêşiya veguhestina desthilatê li Amerîkayê bigire.

Tevî pêşengiya Co baydin (Joe Biden) hevrikê Dêmokratan di hejmartina dengên gelemperî û elektral da, Trump hîn serneketina xwe di 3ê Mijdarê da nepejirandiye.

 

Serepeyv