Aliyên lîbyayî li ser diyarkirina dema hilbijartinan li hev kirin
Mijdar 14, 2020 08:58 Asia/Tehran
Aliyên lîbyayî yên beşdarên Foruma Diyaloga Siyasî li hev kirin ku di roja 24'ê Kanûna 2021'an de hilbijartinên parlamanê û serokatiyê li dar kevin.
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lîbyayê Stephanie Williams, ragihand ku beşdarên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê biryar dane ku hilbijartinên neteweyî li ser bingehek destûrî di 24'ê Kanûna 2021'an de pêk werin.
Stephanie Williams got ku beşdarên Foruma Diyaloga Siyasî yên ya Lîbyayê piştî gotûbêjên berfire li ser lidarketina hilbijartinên parlamanê û serokatiyê di roja 24'ê Kanûna 2021'an de li hev kirin.