Mijdar 13, 2020 15:23 Asia/Tehran
  • Moskoyê peyama pîrozkirinê ji seroketiyê Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê ra neşand

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê destnîşan kir ku Moskoyê carê biryar nedaye ku pîrozbahiyê li tu yek ji berendamên Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê bike.

Li gorî rapora Intrfax'ê, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Sêrgêyî Lavrov tevî bibîrxistina vê yekê ku hîn encama fermî ya Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê nehatiye ragihandin, got: Ji ber ku serketiyê Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê hîn diyar nîne, Moskoyê peyama pîrzobahiyê ji tu kesî ra neşandiye.

Lavrov pêştir jî gotibû: Heta vê demê tenê hin medya qala hejmartina dengan di Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê da dikin û lêzanîneke durust û fermî di vî warî da nehatiye ragihandin.

 

Serepeyv