Mijdar 12, 2020 22:33 Asia/Tehran
  • Lavrov: Şandeyên Fransa û Amerîkayê dê serdana Moskovê bikin

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov eşkere kir ku şandeyên ji Fransa û Amerîkayê dê serdana Moskovê bikin da ku lihevkirina agirbestê ya li Qerebaxê nîqaş bikin.

Li gorî ajansa RIA Novostî ya Rûsyayê, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got şandeyên Fransa û Amerîkayê dê di çend rojên bê de serdana Moskovê bikin da ku rewşa Qerebaxê û lihevkirinên heyî gotûbêj bikin.

Lavrov di civîneke çapemeniyê ya online de got: “Me ji Meclisa Ewlehiyê re pêşkêş kir ku lihevkirina agirbestê ya li Qerebaxê bi erênî binirxîne.”

Lavrov piştrast kir ku ev li hevkirin li gorî însiyatîfên serokên Koma Minsk e ya girêdayî Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê.

Lavrov wiha domand: “Rewş çi dibe bila bibe, em naxwazin xwe ji Amerîka û Fransayê dûr bixin. Ji wê zêdetir me bang li wan kir ku serdana Moskovê bikin. Dê ji bo nîqaşkirina pêkanîna van lihevkirinan serdana Moskovê bikin.”

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşînyan, serokomarê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokomarê Azerbêcanê Îlham Aliyev di 10`ê Mijdarê de daxuyaniyek hevpar girêdayî agirbesta giştî li Qerebaxê, belavkirina Hêzên Parastina Aştiyê yên Rûsyayê li eniyên şer ên di navbera aliyên Ermenî û Azerî de da ku çavdêriya pêkanîna her du aliyên lihevkirinê, îmze kirin.

Serepeyv