Aliyên Lîbyayê li ser dema lidarxistina hilbijartinan li hev kir
Mijdar 12, 2020 09:15 Asia/Tehran
Şandeya navneteweyî ya ji bo Lîbyayê, îro eşkere kir ku her du aliyên Lîbyayê di civînên li Tunisê de li hev kirin ku dê desthilata rêveber bikin yek û di 18 mehê de hilbijartinan li dar bixin.
Nûnera taybet a sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo piştgiriya Lîbyayê Stephanie Williams îro piştrast kir ku aliyên ku tev li civînên diyaloga Lîbyayê li Tunisê dibin, têkildarî lidarxistina hilbijartinên parlemanê û serokatiyê di 18 mehan de li hev kir.
Stephanie Williams di kongreyek çapemenî de li Tunisê got: “Aliyên Lîbyayê girêdayî bidawîkirina desthilata demkî û lidarxistina hilbijartinan li hev kirine û ji bo wê jî gav avêtin.”
Stephanie Williams rave kir ku ew ji encamên dan û standinên Lîbyayê kêfxweş e.