Mijdar 11, 2020 20:31 Asia/Tehran
  • Canson Trump wek 'Serokomarê Berê yê Amerîkayê' da zanîn

Serokwezîrê Brîtanyayê tevê pêwendiya nêzik digel serokomarê niha yê Amerîkayê û îdiaya sextekariya wî di Hilbijartinêda, ew wek 'Serokomarê Berê yê Amerîkayê' bi nav kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Borîs Canson, Serokwezîrê Brîtanyayê îro Çarşemiyê di civîna pirs û bersivê ya Meclîsa Gelanî ya vî welatî Donald Trumpê serokomarê niha yê Amerîkayê wek 'Serokomarê Berê yê Amerîkayê' û Co Baydin wek serokomarê bijartî da zanîn.

Canson di vê civînê da her wiha amaje bi gotûbêja xwe ya telefonî digel serokomarê Bijartî yê Amerîkayê kir.

Ev di halekî da ye ku Baydin beriya serketina li Hilbijartinê, Serokwezîrê Brîtanyayê "Kopya beranberê Esl" a Trump dabû zanîn.

Serepeyv