Mijdar 10, 2020 08:53 Asia/Tehran
  • Trump: Christopher Miller li cihê Esper bû Wezîrê Berevanîyê

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh 09.11.2020an duşemê li ser Twitterê ragihand ku Wezîrê Berevanî Mark Esper ji kar hate dûrxistin. Trump got ku li şûna Esper, Christopher C. Miller hatiye erkdarkirin.

Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê Twitterê ragihand: “Ez bi dilgeşî radigihînim ku Christopher C. Miller, ku Dîrektorê gelek rêzgirtî yê Navenda Dijterorê ya Neteweyî ye û ji hêla Civata Senatoran ve bi tevdengî hatibû erê kirin, demûdest wê bibe Wezîrê Berevanî yê Serkar. Chris dê karekî gelek hêja bike! Mark Esper hat dûrxistin. Ez dixwazim jibo xizmeta wî, sipasîya wî bikim.”

Hêjaye gotinê ye beriya bi çend rojan di medyaya Iraqê de hatibû belavkirin ku Mark Esper dest ji kar bedaye.

Serepeyv