Mijdar 09, 2020 08:55 Asia/Tehran
  • 600 neraziyên hilbijartinê li eyaleta Mînê Sûta ya Emerîkayê hatin girtin

Polîsê bajarê Mînyapolîs li eyaleta Mînê Sûta ya Emerîkayê, xwenîşandana neraziyên dijî hilbijartinê li vî bajarî serkut kir û herîkêm 600 kes ji wan girtin.

Polîsê bajarê Mînyapolîsê li hember neraziyan gaza hêsirrêj û amûrên dijî şoreşê bi kar anîn. Xwenîşander dijî nehejmartina dengên xwe nerazîtî nîşan dan.

Piştî lidarxistina hilbijartinên srokkomariya Emerîkayê di roja 3 Mijdarê da bajarên vî welatî bûne meydana xwenîşandana navbera alîgir û neyarên Trump.

Parêzerê Donald Trump serokkomarê Emerîkayê jî îdia kir hilbijartinên serokkomariya vî welatî dawî nabeûye.

Rûdî Cûlyanî şemiyê şevê piştî ragehandina serketina Co Baydên berbijarê partiya demokrat li hilbijartina serokkomariyê, li civîneke rojnamevaniyê li bajarê Fîladêlfiyaya eyaleta Pênîslwanayê got: Trump di vê qonaxê de işkesta li hilbijartinê qebûl nake û ev hilbjartina gelek maye dawî bibe.

Biraziyê Trump jî got tehemilkirina encama hilbijartinên serokkomariyê ji apê wî re zor e.

Mêrî Trump got: Donald Trump dilgiran e ku bibe wek kesekê nekêrhatî.

 

 

Serepeyv