Mijdar 08, 2020 19:30 Asia/Tehran
  • Serokomarê nû yê Bolîvyayê sonda wezîfedariyê xwar

Serokomarê nû yê Bolîvyayê Luis Arce îro yekşemê sonda wezîfedariyê xwar.

Li gor IRIB Newsê, Luis Arce namzedê partiya "Meşyana ber bi Sosyalîsmê" û ji kesên nêzîkî Ove Morales serokomarê berê yê Bolîvyayê di hilbijartinên 18 Cotmehê bi bidestxistina sedî 52 dengên xelkê bû serokomarê vî welatî.

Wezîfeya giran a wî hevanîna aliyên curbicur li vî welatî ye.

Krîza Bolîvyayê piştî hilbijartinên serokomariya 20 Cotmeha 2019 ku Morales serket, lê komên dijber bi îdiaya sextekariyê li hilbijartinan û pîjkirina xelkê despê bû û Morales neçar kirin ku îstîfayê bike .

Li merasima sondxwarina  Arce hin rayedarên welatên biyanî ji wan wezîrê derve yê Îranê Muhemed Cead Zerîf beşdar bûn. 

Serepeyv