Mijdar 08, 2020 09:32 Asia/Tehran
  • Macron, Merkel û Johanson pîrozbahiyê li Joe Bidin dikin

Serokomarê Fransa, Seroka Wezîrên Almanya û Serokwezîrê Brîtanyayê, pîrozbahiyê li Serokomarê Amerîka yê nû Joe Biden dikin.

Medyaya Amerîkayê duh êvarê ragihand, Joe Biden di hilbijartina Amerîka de bi ser ket û bû 46emîn Serokomarê Amerîkayê.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li twîttera xwe pîrozbahî li Serokê Amerîka yê nû Joe Biden kir û nivîsî: “Amerîkiyan serokê xwe hilbijart. Ji Joe Biden û Kamala Harris re pîroz be."

Wî herwiha got: "Gelek tişt hene ku em bi hev re bikin, ji bo bi ser tengasiyên îro bikevin. Werin em bi hev re bixebitin."

Seroka Wezîrên Almanya Almanyayê Angela Merkel pîrozbahî li Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris kir. Piştî ku medya Amerîkayê serkeftina Joe Biden di hilbijatinan de ragihand.

Merkel di twîtekê de got: "Ez li benda hevkariya bi Serokomar Biden re me, di pêşerojê de" û amaje bi dostaniya xurt a di navbera herdu welatan de da.

Ji aliyekî din ve, Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson jî pîrozbahî li Bîden kir û nivîsî: "Amerîka hevalbenda me ya herî girîng e û ez li benda wê me ku ji nêz ve li ser mijarên hevpar bixebitin."

Serepeyv