Mijdar 07, 2020 20:03 Asia/Tehran
  • Ermenistanê ragihand ku firokeyeke bêfirokevan a Komara Azerbaycanê aniye xwarê

Ermenistanê îdia kir ku di pevçûna digel hêzên Komara Azerbaycanê li navçeya kêşeliser a Qerebaxê, firokeyeke bêfirokevan a vî welatî xistiye xwarê.

Li gorî rapora Armen Radio'yê, Şûşan Stipaniyan Berdevka Wezareta karên derve ya Ermenistanê li ser Facebooka xwe nivîsî: Yekîneya bergiriya asimanî ya li Qerebaxê sibeha îro Şemiyê firokeyeka bêfirokevan a Hêza asimanî ya Komara Azerbaycanê xistiye xwarê.

Serepeyv