Serokkomarê Kosovayê yê îstifakirî Taçî li Laheyê hate girtin
Serokkomarê Kosovayê Haşîm Taçî ku ji ber sûcê şer doz lê hate vekirin, piştî ku îstifa kir teslîmî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bû. Taçî hate girtin.
Haşîm Taçî roja Pêncşemê ji wezîfeya xwe ya Serokkomariya Kosovayê îstifa kir. Taçî diyar kir ku ew naxwaze bi navê Serokkomar derkeve pêşberî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya Laheyê.
Li gorî daxuyaniya dadgehê lîderê siyasî yê berê yê Artêşa Rizgariyê ya Kosovayê Taçî û du gumanbarên cuda li bajarê Den Haag (Lahey) ê Hollandayê li girtîgeheke dadgehê hatine bicihkirin.
Taçî yê 52 salî têkildarî şerê navbera salên 1998-99'an îdîa dike ku ew bêguneh e û dadgehê sûcdar dike ku hewl dide dîrokê ji nû ve binivîsîne.
Piraniya şêniyên Kosovayê ku sala 2008'an serxwebûna xwe ragihandin û ji aliyê Belgradê ve nayên askirin, di wê baweriyê de ne ku li dijî zexta Sirban 'şerê mafdar' meşandiye.
Îdîanama têkildarî Taçî hate amadekirin, meha Hezîranê ji aliyê dadgeha taybet a Laheyê ve ji raya giştî re hatibû eşkerekirin. Ev prosedur divê ji aliyê dadgerekî ve bê pejirandin.
Ji Taçî guman tê kirin ku zêdeyî sed kes kuştiye, bi zorê mirov dabû windakirin, zilm û êşkence kiriye.
Di şerê Kosovayê de piraniya wan Arnavût zêdeyî 13 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Ev şer, piştî ku hêzên rojavayî bombardûman kirin, bi vekişîna hêzên Sirp bi dawî bû bû.
Berpirsyarên payebilind ên polîs û artêşa Sirbistanê piştre li Laheyê ji sûcên şer mehkûm bûbûn.