Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 48 milyon û 438 hezarî derbas bû
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba Vîrûsa Koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, ji 48 milyon û 438 hezarî derbas bû.
Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 231 hezar û 26 kes ji ber şewbê mirin.
Jimara pêketiyan derket 48 milyon û 438 hezar û 944an, 34 milyon û 674 hezar û 519 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn. Li ser rûyê dinyayê 12 milyon û 533 hezar û 399 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 9 milyon û 801 hezar û 355an û ji ber şewbê heta niha 239 hezar û 829 kes jî mirin.
Ji bilî Amerîkayê li welatên ku ji 500 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:
"Hindistan (8 milyon û 364,086), Brezîlya (5 milyon 590 hezar û 941), Rûsya (milyonek û 693 hezar û 454), Fransa (milyonek û 543 hezar û 321), Îspanya (milyonek û 356 hezar û 798), Arjantîn (milyonek û 205 hezar û 928), Kolombiya (milyonek û 108 hezar û 84), Îngiltere (milyonek û 99 hezar û 59), Meksîka (943 hezar û 630), Peru (911 hezar û 787), Îtalya (790 hezar û 377), Afrîkaya Başûr (730 hezar û 548), Îran (646 hezar û 164), Almanya (597 hezar û 359) û Şîlî (515 hezar û 42)."
Ji bilî Amerîkayê li welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:
"Brezîlya (161 hezar û 170), Hindistan (124 hezar û 354), Meksîka (93 hezar û 228), Îngiltere (47 hezar û 742), Îtalya (39 hezar û 764), Fransa (38 hezar û 674), Îspanya (38 hezar û 118), Îran (36 hezar û 579), Peru (34 hezar û 671), Arjantîn (32 hezar û 520), Kolombiya (32 hezar û 13), Rûsya (29 hezar û 217), Afrîkaya Başûr (19 hezar û 585), Şîlî (14 hezar û 340), Endonezya (14 hezar û 259), Ekvador (12 hezar û 704), Belçîka (12 hezar û 331, Iraq (11 hezar û 128), Almanya (11 hezar û 28), Tirkiye (10 hezar û 558) û Kanada (10 hezar û 331)."