Mijdar 04, 2020 23:55 Asia/Tehran
  • Joe Biden li pêş e û Trump jî encaman red dike

Medyaya Amerîkayê diyar dike ku namzetê komariyan Donald Trump bi 25 dengan, li pey namzetê demokratan Joe Biden e.

Ajansa nûçeyan Associated Press û kanala Fox News ragihandine ku Joe Biden niha ji 538 dengên hilbijartinê, kariye 248 deng bi dest bixe û li hember wî Donald Trump 214 deng bi dest xistine.

Her namzetekî postê Serokatiya Amerîkayê divê ji hemû endamên civaka hilbijartinê, 270 deng misoger bike.

Pêvajoya cudakirina dengan berdewam e. Her du namzetên Serokatiy Amerîkayê, Trump û Biden, baweriya wan bi xwe heye ku serkeftinê bi dest bixin.

Donald Trump tekez dike ew encamên hilbijartinan red dike û wê dozê bibe dadgehê.

Serepeyv