Wezîrê Hundirîn ê hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê dê sibe biçe Qahîra
Çavkaniyên lîbyayî eşkere kirin ku Wezîrê Hundirîn ê hikumeta Wîfaqa Nîştimanî yê Lîbyayê Fethî Başaga dê sibê biçe Qahîrê û ser pêkanîna encamên civînên komîteyên 5 +5, bi taybetî derxistina çeteyan û gelek mijarên din gotûbêj bike.
Wezîrê Hundirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Başaga dê sibê li Qahîrê bi berpirsên Misirê yên têkildarî dosyaya Lîbyayê re hevdîtinekê pêk bîne.
Çavkaniyan denîşan kirin ku lihevkirinek di nava komîteya 5+5 û Neteweyên Yekbûyî de heye ku şêwirmend Aqîla Salih ji bo serokatiya Meclisa Serokatî li şûna Serac were erkedarkirin û Fethî Başaga ji bo serokatiya hikumetê were erkedarkirin.
Çavkaniyan her wiha diyar kirin, tê payîn ku mijara derxistina çeteyên Tirkiyê ji Lîbyayê dê rojeva diyaloga navbera berpirsên Misirê û Fethî Başaga be.