Mijdar 04, 2020 14:37 Asia/Tehran
  • Hevrikên li Lîbyayê li ser nexşeya rê ya ji bo agirbestê li hev kirin

Heyetên leşkerî yên aliyên Lîbyayê, ji bo bicihanîna agirbestê li ser nexşeyeke rê li hev kirin.

Nîqaşê roja Duşemê li bajarê Xadamesê dest pê kir ku li başûrê rojava yê Lîbyayê ye. Ji her du aliyan heyetên leşkerî anku ji aliyê Hikûmeta Wifaqa Nîştimanî ya bi serokatiya Fayiz Sirac û ji aliyê koma din a bi navê Artêşa Nîştimanî bi fermandetiya Xelîfe Hefter her yek pênc kesan beşdarî hevdîtinan bûn ku pêra rûniştina (5+5) dibêjin. Van heyetan Komîsyona Leşkerî ya Hevpar ava kirin. Seroka demkî ya mîsyona piştevaniya Lîbyayê ya Neteweyên Yekbûyî Stephanie Williams jî beşdarî civînan bû.

Stephanie Williams êvarva Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo hêzên leşkerî vekişin baregehên xwe û çavdêriya çûyîna hêzên biyanî ya li bereyên şer, aliyan li ser pêkanîna komîteyeke jêrîn a leşkerî li hev kirine.

Li gorî gotina Williams, Komîsyona Leşkerî ya Hevpar biryar da ku di dema herî kurt de li bajarê Sîrtê yê li bakurê welêt li hev bicive û li wir navendekê ava bike. Ji meha Hezîranê ve derdora bajarê Sîrteyê bereya şer e.

Civîna destpêkê ya ji bo 'yekkirina parêzvanên navendên petrolê' wê 16'ê Mijdarê li termînala Bregayê pêk were. Pêwendiya hewayî ya navbera Sehba û Xadamesê jî wê 'tavilê' bê pêkanîn.

Komîsyonê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir, ku ji bo pêkhatina agirbesta li Cinevê hate îmzekirin, bi rengekî lezgîn pêşnûme biryareke diyarker bixe dengdanê û bipejirîne.

Beriya danûstandinên li Xadamesê di 23'ê Cotmehê de li Cinevê di bin sîwanê Neteweyên Yekbûyî de peymaneke agirbestê ya mayinde hatibû îmzekirin.

Ji sala 2011'an dema hilweşandina rejîma Mûammer Qazafî û vir ve Lîbya di nava kaosa şer de ye.

Di rewşa heyî de welat di nava du hêzan de parçe bûye. Li aliyekî Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya li Trablûsê ye ku NY ew bi fermî nas kiriye, li aliyê din jî hêzên general Xelîfe Hefter ên li rojhilatê welêt ku Îmarat, Misir û Rûsya piştgiriya wan dike.

Dewleta Tirkiyê piştgiriyeke yekser ji babeta leşkerî û çek û sîlahan dide hikumeta li Trablûsê ya bi serokatiya Fayiz Serac.

Serepeyv