Mijdar 04, 2020 12:02 Asia/Tehran
  • Rewşa Hilbijartinê li Amerîkayê heya vê demê

Kanala televîzyonî ya CNN a Amerîkî pêşbînî dike, ku Donald Trump li wilayeta Montana jî biserkeve û hersê kursiyên wê wilayetê jî qezenc bike û hejmara kursiyên wê bigihîne 213an.

Joe Biden hêj bi 236 kursiyên encûmena hilbijartinê li pêş e û ji bo serkeftina berbijêrekî bo wergirtina posta serokatiya Amerîkayê, herdu aliyan pêwîstiya wan bi 270 kursiyên encûmena hilbijartinê heye.

Berbijêrê Komariyan û serokomarê niha yê Amerîkayê, Donald Trump ku rikeberiya wî li gel Joe Biden berbijêrê Demokratan gelek nêzîkî hev e, di peyamekê de li ser twîtera xwe, aliyê Demokrat tometbar kir ku dengan didizin.

Donald Trump îdia kir, ku wan dengek baş bidestxistiye, lê hewlên dizîna dengan hene û destnîşan kir, ew bi ti awayî rê bi tiştekî wisa nadin.

Herî dawî Trump, li herdu wilayetên Florida û Texas ên stratejîk serket û 29 kursiyên Florida û 38 kursiyên Texasê di encûmena hilbijartinan de ji xwe re misoger kirin.

Berbijêrê Demokratan di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, Joe Biden di axaftinekê de li bajarê Wilmington ragihand, hejmartina dengan dem dixwaze, lê em diçin ku li Pennsylvania serkevin.

Joe Biden ku rikeberiya wî li gel Trump mil bi mil berdewam e, herwiha diyar kir, ez bi van encaman geşbînim.

Biden tekez kir, divê li bendê bin û aram bin heta cudakirina dengê herî dawî yê hilbijartinê.

Proseya cudakirina dengan li Amerîkayê berdewam e. Heta niha berbijêrê Demokratan Joe Biden 209 kursî û berbirjêrê Komariyan Donald Trump 118 kursî birine.

Joe Biden li New Hampshire, Vermont, New York, Massachusetts, Connecticut, Maryland, Colorado û New Mexico serkeftî ye.

Herwiha Biden li New Hampshire, Vermont, New York, Massachusetts, Connecticut, Maryland, Colorado û New Mexico serkeftî ye

Wîlayetên ku Trump lê ser ketiye ev in; Utah, Louisiana, Alabama, Carolinaya Başûr, Tennessee, Arkansas,Oklahoma,  Kentucky, Indiana, Virginiaya Rojava  û Nebraska, Dakotaya Başûr, Dakotaya Bakur.

Trump herwiha li Utah, Oklahoma, Louisiana, Alabama, Carolinaya Başûr, Tennessee, Arkansas, Kentucky, Indiana, Virginiaya Rojava,Nebraska, Dakotaya Başûr, Dakotaya Bakur serkeftî ye.

Ji 50 wîlayetên Amerîkayê hejmara wîlayetên ku yekalînabin di navbera 4 ta 10an de zêde an kêm dibe û encama dengdana wan hilbijartinan serkeftiyê hilbijartinê diyar dike.

Serepeyv