Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê: Êrîşa li ser bajarê Fuzûliyê derew e
Mijdar 04, 2020 01:05 Asia/Tehran
Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê îdiaya êrîşa li ser bajarê Fuzûliyê û gundên derdora wê derew zanî.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Şûşna Stipaniyan, Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê ragihand: Berovajiya îdiaya Komara Azerbaycanê derbarê vê yekê ku hêzên Ermenistanê bi roketavêjê êrîşî ser bajarê Fuzûliyê û gundên wî kirine, her cûre êrîşa li ser van navçeyan ji aliyê Ermenistanê va derew e.